Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku wek balekî  çekdarî ser bi PKKê ve ye, eşkere kir ku ew ligel Hikûmeta Iraqê hevpeyman in û di şerê rizgarkirina Mûsilê de beşdar in.

Elî Ewniyê  Endamê Serkirdatiya PDKê piştî vê gava PKKê daxuyaniyek da û got “ PKK ji dêla Musulê ve bila biçe gundê Cemîl Bayik rizgar bike.”

“Rêkeftina YBŞê ango PKKê ligel Bexdayê modêleke nû ya caşîtiyê ye”

 Elî Ewnî ji ber gavên ku berîya îradeya Hikûmeta Kurdistanê ve hatine avêtin ji PKKê re bertek nîşan da û wiha got: “Rêkeftina YBŞê ango PKKê ligel Bexdayê modêleke nû ya caşîtiyê ye ku li derveyî îradeya welatiyên Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçin û xwe dikin ser bi Bexdayê ve. Her wiha ew partiyek in ku cihê wan Bakurê Kurdistanê ye. Eger ew hêza wan heye ku Mûsilê rizgar bikin, bila biçin li şûna Mûsilê  Cizîr û Silopî û Mêrdîn û cihên din rizgar bikin. Bila biçin gundê Cemîl Bayîk rizgar bikin.”

“Ew gavên ku ji bona xweseriya Kurdistanê tên avêtin tên xwestin bên astengkirin”

Ewnî di berdewama axavtina xwe de wiha axivî:”Lîstikeke navdewletî li ser Herêma Kurdistanê tê kirin. Ew girêdayî bernameyekî mezin in û ligel hinek welatên navçeyê dixwazin li Şingalê guvaşê bixin ser Hikûmeta Kurdistanê, ku em hemû dizanin Kurdistan pêngavan ber bi serxwebûnê ve diçe û dixwazin Hikûmeta Kurdistanê li şûna ku mijûlî serxwebûna Kurdistanê be, bi nakokiyên kurd û kurdan ve dakeve. Bêguman ew lîstika ku Hikûmeta Iraqê dike rêjîma Beis jî dikir, lewra bawer nakim serkeftinê bi dest bixin. Herwiha YBŞ jî ji bilî ziyanê, tu sûdekê nagihîne Hikûmeta Kurdistanê.”

“Her pêwendiyek ligel Bexdayê, ne bi rêya Hikûmeta Kurdistanê de be, wek xiyanet tê dîtin”

 Elî Ewnî axavtina xwe wiha domand: “Eger ew çareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin pêwîst e pêwendiyên xwe ligel Hikûmeta Iraqê qut bikin û her pêwendiyek ligel Bexdayê ne bi rêya Hikûmeta Kurdistanê de be, wek xiyanet tê dîtin.”(ÎLKHA)



Muhabir: Doğru Haber