Qayûm tayînî li Şaredariyên Kayapinar û Yenîşehîrê hat kirin
Ji teref Wezareta Karên Hundir ve ji dêla serokên şaredariya Yenîşehîr û Kayapinarê yên ku di bergeha lêpirsîna PKKê hatin girtin de qayûm hatin tayînkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Qeymeqamê Yenîşehîrê Mehmet Ozel ji Şaredariya Yenîşehîrê re û Qeymeqamê Kayapinarê Mustafa Kiliç jî ji Şaredariya Kayapinarê re wek qayûm hatin tayînkirin.
Serokê Berê yê Şaredariya Kayapinarê Mehmet Alî Aydin û Serokê Berê yê Şaredariya Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu doh di encama lêpirsîna PKKê de hatibûn girtin û wezîfeyê hatibûn dûrxsitin.(ÎLKHA)