Qedexeya kişandina cixarê ya li kolan û sikakan dest pê kir

Qedexeya kişandina cixarê ya li kolan û sikakan a ku doh ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatibû îlankirin îro dest pê kir.

Abone Ol

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ve ji Walîtîya 81 barana re giştînameya pêvek a  bi navê “Tevdîrên Coronavîrusê” hat şandin. Di giştînameya ku hat şandin de hat diyarkirin ji ber nîzana raya giştî û sihheta civakê  û ji bo pêşîya belavbûna şoba Coronavîrusê bê girtin li 81 bajaran li sikak û kolanan kişandina cixarê hat qedexekirin.(ÎLKHA)