HUDA PAR dê hinek namzedên xwe yên din ên serokê şaredarîyê eşkere bike

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê dê li Wanê serokê hinek şaredarîyên bajar û navçeyan eşkere bike.

Ekleme: 21.01.2024 10:55:35 / Güncelleme: 21.01.2024 10:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HUDA PARa ku di 10ê Çileyê de civîna danasîna namzedên şaredarîyê li Rihayê tertîp kir û nazmedên serokên hinek şaredarîyên bajar û navçeyan eşkere kir ku danasandina namzedên serokê şaredarîyan berdewam dike.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Yapicioglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê di 22ê Çileyê roja Duşemê li Wanê li Otela Sepanê ya Wan-Edremîtê  hinek namzedên din ên serokên şaredarîyên bajar û navçeyan eşkerE bikin.(ÎLKHA)