Li Meletîyê di mezinahîya 5,2yan de erdhej

Li navçeya Meledîya Kevn a Meletîyê di mezinahîya 5,2yan de erdhejek rûda.

Ekleme: 24.11.2023 08:55:06 / Güncelleme: 24.11.2023 08:55:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

AFADê daxuyand di seat 17.46an de di mezinahîya 5,2yan de erdhejek hat qeydkirin.

Erdhej 6,99 kîlometre di bin erdê de pêk hat û li bajarên Dîyarbekir, Mêrdîn, Riha, Semsûr, Entab û Xarpêtê jî hat hîskirin.

Mirovên ku erdhejê hîskirin li gelek bajaran xwe avêtin derve.

Ji teref Walîtîya Meletîyê ve hat daxuyandin ku heta niha ji wan re xeberekî xerab nehatîye gotin û ekîban di sehayê de lêgerînên xwe didomînin. (ÎLKHA)