Muhammed Ata Yaçîn: Em ji micadeleya xwe ya li dijî sîyonîstên ku dawîya wan nêze re berdewam bikin

Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember Muhammed Ata Yaçîn ku di mîtînga li Entabê de axivî, bal kişand ku dawîya rejîma îşxalker a sîyonîst ku ti ferqê nake nav zarok û pîrekan hemû kesan qetil dike nêz e, divê Misilmanan jî micadeleyên xwe yên li hember sîyonîstan bidomînin.

Ekleme: 19.11.2023 16:45:43 / Güncelleme: 19.11.2023 16:45:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Entabê bi şîara “Ji Tofana Eqsa û Qudsê re Destek” mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîng li herêma parqa otobûsên gerê yê Entabê bi xwendina Quranê dest pê kir.

Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember Muhammed Ata Yaçîn di mîtîngê de axavtina vekirinê kir û ji xelkê ku beşdarî mîtîngê bûne re teşekuran kir.

Yaçîn di axavtina xwe de weha got, “Dibe ku îro bedenên me li vê derê bin feqet dilê me li Xezzeyê lê dikeve. Ger ku em îro dernekevin meydanan wê kengê derkevin meydanan? Ger ku em îro destê xwe venekin û derîyên asîmanan nedin vekirin em ê kengê destê xwe vebikin? Ger ku îro rihê micadeleya Pêxemberê me selat û selat li ser wî be ku li Xeyberê ji Cihûyîyan re derbeyekî mezin lê xistibû neşopînin, ger ku em îro di rêya wî de neçin em ê kengî biçin?”

Yaçîn di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku bi Tofana Eqsayê, micahîdên Xezzeyê ji sîyonîstan re derbeyekî mezin lê xistîye, “Ew li hember ev têkçûna xwe zarokan, bebikan, pîrekan, îxtîyaran û sîvîlan bombekirin. Lê em bîrva nekin Ey Misilmanan! Di zorîtîya Hendekê de Pêxemberê me selat û selam li ser wî be mizgîna Yemenê, Kîsrayê û Şamê dabû.”

“Dema ku tarîtî şevareş e, wê demê dema herî nêzê ronahîyê ye”

Yaçîn di berdewama axavtina xwe de weha got:

“Ey Misilmanan ‘Hêvîdar bin, di nav ev îstîqbala înqîlabê de ew ê dengê herî mezin û bilind wê dengê Îslamê be.’ Zefer ev ê yê Xezzeyê be, zefer ev ê yê Micahîdan be, zefer ev ê yê HAMASê be, zefer ev ê yê Cîhada Îslamî be û bi îzna Xwedê zefer ev ê yê hemû muminên ku bawer kirine be. Hêvîyên xwe zindî bihêlin. Çend sed sal berê dema ku Quds di bin îşxala Xaçperestan de bû ji pîrekên Misilmanan re tiştek hatibû gotin. ‘Herin di malên xwe de ava gulê kom bikin. Herin di malên xwe de ava gulê kom bikin. Ew ê rojekî were em ê Mescîdî Eqsayê bi wan avê gulan paqij bikin’ Û îro bange me ya ji we pîrekên Misilman re ev e! Di nav malên xwe de avên gulê kom bikin! Tizbîyan, şalikan kom bikin! Ey zarokên Misilmanan ji bo zarokên Xezze û Fîlîstînê dîyarîyan amade bikin! Ey bavên Misilman! Nesl û malbatên ku di nav dilê wan de Xezze û Fîlîstîn hene perwerde bikin. Êdî zefer nêz e, êdî şefeq nêz e. Bîrva nekin, dema ku zilm herî zêde dibe, dema ku tarîtî dibe wek şevareş wê demê dema herî nêzê ronahîyê ye.”

“Wek ku Şêx Ehmed Yasîn gotibû dawîya îsraîlê nêz e”

Yaçîn bal kişand divê ji bo rojên sibe û disbeyê hazirî bê kirin, “Îro zilm zêde bûye. Kînga ku Fîrewn zilma xwe zêde kiribû û dema ku destê xwe ji zarokên hêj nû hatibûn dinyayê re avêtibû û wan qetil kiribû Xwedê Teala jî dawîya wan anî. Îro êdî destê rejîma terorê ya îsralê gihaştîye zarokan, gihaştîye pitikên ku di kuwezê de ne, êdî dawîya wan jî nêz e. Wek ku Şêx Ehmed Yasîn gotibû dawîya îsraîlê nêz e. Ey Misilmano! Werin em jî ji ev îsraîla ku dawîya wî nêze re, ji ev rejîma ku dawîya wî nêze re, ji bona ku dawîya wî bînin, micadeleyên xwe bidomînin. Bila dawîya wan bi destê me be.” (ÎLKHA)