Hêzên berxwedanê di dema îşxala bejahiyê de derbên giran li îşxalkeran dixin

Berxwedana Filistînê, berxwedana xwe ya bi biryar a li dijî qirkirina ku rejîma îşxalker li dijî gelê Xezzeyê daye destpêkirin di roja xwe ya 28an de didomîne.

Ekleme: 03.11.2023 15:35:34 / Güncelleme: 03.11.2023 15:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îşxalekran, di îşxala xwe ya berfireh de derbeyên giran dixwin. Dema ku mucahidên Filistînî tankên rejîma îşxalker di pevçûnên ji nêz ve rûxandin, derbên giran li qaşo leşkerên îşxalkeran dixin.

Mucahidînên Qassam li bakurê rojavayê bajarokê Beyt Lahiya li bakurê Xezzeyê 4 qaşo leşkerên îşxalker kirin hedef û kuştin.

Danê sibehê roketên El-Yasîn 105 li tankek û 3 wesayîtên leşkerî ketin, dozerek û 2 wesayîtên veguhestina leşkeran jî bi roketên RPG hatin xistin. (ÎLKHA)