Karwana Hêvîyê ji Xezzeyê re 6 milyon lîre alîkarîya pere şîyand

Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê, bi navbeynkarîya Weqfa Fîlîstînê ji Xezzeyê re 6 milyon û 101 hezar û 500 lîre alîkarîya pere gihand.

Ekleme: 03.11.2023 11:30:40 / Güncelleme: 03.11.2023 11:30:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Giştî yê Weqfa Fîlîstînê Zekî Abdullah Îbrahîm Ararawî, Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran zîyaret kir û derheqê rewşa dawîn a li Xezzeyê û lazimatîya xelkê Xezzeyê de gotubejan kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de, bîlançoya jana ku didome, qetlîamên rejîma îşxalkeran ku bênavber didomînin û micadeleya bi heq a xelkê Fîlîstînê hatin gotubejkirin.

Cengîz Kurtaran di hevdîtinê de ji Ararawî re çekekî bi temsîlî yê ku di çarçoveya “Ji Xezzeyê Re Alîkarîya Lezgîn” de 6 milyon û 101 hezar û 500 lîre hatibû komkirin teslîm kir.

Di dawîya hevdîtinê de serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran axavtineke kurt kir û wî ji xêrwazên ku bexşan kirine re teşekur kir, wî diyar kir ku ew ê daîma li cem micadeleya bi heq ya xelkê Fîlîstînê bin û ew ê ji herêmê re alîkarîyên xwe jî bidomînin. (ÎLKHA)