Rejîma îşxalker hejmarê  mirîyên xwe nû kir

Rejîma îşxalker a sîyonîst, daxuyand ku ji 7ê Cotmehê destpêka operasyona Tofana Eqsayê heta îro hejmarê îşxalkerên ku mirina gihaşt hezar û 538 kesan.

Ekleme: 30.10.2023 16:55:26 / Güncelleme: 30.10.2023 16:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref komîteya weşana rejîma îşxalkeran ve hatîye belavkirin de hat destnîşankirin ku nasnameya 823 îşxalkerên ku mirine eşkere bûye, 715 cesed hatine definkirin, eşkerekirina nasnameyên dinê jî hêj berdewam dike.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tendurisî ya qaşo rejîma îşxalkeran ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku ji 7ê Cotmehê heta îro hejmarê îşxalkerên ku birîndar bûne gihaşt 5 hezar û 431 kesan. (ÎLKHA)