Ji baregeha leşkerî ya Amerîka ya li Sûriyê re êrîş hatin lidarxistin

Li başûrê Sûriyeyê li dijî Baregeha Leşkerî ya Et-Tanfê ya koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Emrîqayê ya îşxalker êrîşek hat lidarxistin.

Ekleme: 29.10.2023 11:20:36 / Güncelleme: 29.10.2023 11:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku di êrîşa bi balafirên bêmirov de kuştî an jî ziyanên madî çêbûne.

Nayê zanîn ku balafira navborî ya kê ye, hat îdiakirin ku êrîş ji axa Iraqê hatiye kirin.

Hêj ti kes xwedî li êrîşê derneket.

Baregeha leşkerî ya navborî li sêgoşeya bi sînorê Sûriyê, Iraq û Urdinê re ye. (ÎLKHA)