Hejmara şehîdan derket 7 hezar û 703 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku di êrîşên siyonistên îşxalker û terorîst de şehîd bûn derket 7 hezar û 703 kesan.

Ekleme: 28.10.2023 16:30:35 / Güncelleme: 28.10.2023 16:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa qaşo ya îşxal û terorê hêj Şerîda Xazzeyê bomberan dike û qetlîam û hovîtîya xwe didomîne.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin hejmara kesên ku di êrîşên siyonistên îşxalker û terorîst de şehîd bûn derket 7 hezar û 703 kesan ku ji van şehîdan  3 hezar û 377 şehîd zarok in.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara birîndaran jî derket 19 hezar û 743 kesan.(ÎLKHA)