El Cezîre, şehdîkirina malbata muxabîrê Xezzeyê şermezar kir

Di encama êrîşa rejîma îşxalkeran a li mala muxabîrê El Cezîreyê Waîl El Dehduh de pîreka wî, qîza wî û kurê wî jî di nav de malbata wî şehîd bûn. El Cezîre ev êrîşê şermezar kir.

Ekleme: 26.10.2023 11:35:37 / Güncelleme: 26.10.2023 11:35:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de weha hat gotin, “Medyaya El Cezîreyê, kuştina malbata Waîl Ed-Dahduh li Xezzeyê şermezar kir. Em ji hemmesleke xwe Waîl ed-Dahduh ku di êrîşa îsraîlê de malbata wî hatîye kuştin re tezîyeyên xwe dişînin. Êrîşa hêzên îsraîlê yên ku cudahîyê nakin, bû sedema mirina pîrek, kur û qîza Dahduhê, yên ku ji malbata wî mane jî di bin kavilan de ne.”

Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, “Piştî banga serokwezîrê îsraîlê Bînyamîn Netanyahu ku gotibû bila hemû sîvîl biçin li alîyê başûr malbata Dahduh jî ji xwe re cîhekî gerîyabûn lê mala wan yê di Kampa Mîltecîyan a Nuseyratê de hat hedefgirtin. El Cezîre, ji ewlehîya hemmeslekê xwe yê li Xezzeyê endîşe dike û meqamên îsraîlê ji ewlehîya wî mesul digrin.” (ÎLKHA)