Serokê Hamasê Henîyye û Wezîrê Karên Derve Fîdan hevdîtinê kirin

Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye û lijneyekî ji Hamasê, bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û lijneyekî yê bi wî re hevdîtinê kirin.

Ekleme: 26.10.2023 10:05:42 / Güncelleme: 26.10.2023 10:05:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtina ku di navbera Henîyye û Fîdan de hat lidarxistin de meseleyên li Xezzeyê û rêyên sekinandina êrîşên îşxalkeran û gihandina alîkarîya însanî ya ji xelkê Fîlîstînê re hatin bidestxistin.

Henîyye li gorî daxuyanîya HAMASê, Serokkomar Erdogan, ji ber axavtina wî ya ku derheqê Fîlîstînê de kir de tebrîk kir.

Henîyye bal kişand ku xelkê Fîlîstînê digel tiştên ku îşxalkeran lidardixin qerartîyên xwe bernadin û diyar kir ku divê li hember îşxal û polîtîkayên xespkirina îşxalkeran bê sekinandin.

Fîdan jî diyar kir ku welatê wî piştgirîyê dide doza Fîlîstînê û ew êrîşên îşxalkeran a li Xezzeyê qebûl nakin.

Fîdan destnîşan kir divê alîkarîya însanî jî bê kirin, êrîşên ku tênê kirin jî bi lez û bez divê bên sekinandin. (ÎLKHA)