Di baregehên îşxalkerên Emrîqayê ya li Sûrîyê de teqîn

Hat destnîşankirin ku du baregehên îşxalkerê Emrîqayê a li Sûrîyeyê, ji teref Berxwedana Îslamî ya Iraqê ve hatin hedefgirtin û dengên teqînê hatin bihîstin.

Ekleme: 24.10.2023 10:25:35 / Güncelleme: 24.10.2023 10:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xebera El Meyadîn û El Menar TV micahîdên berxwedana Îslamî ya Iraqê li Sûrîyê du baregehên Emrîqaya îşxalker El-Omar û El-Şedadîye bi balafirên bêînsan yên hewayê hedef girtin.

Di xeberê de hat îfadekirin baregehên ku hatine hedfgirtin bi serfirazî encam bûye.

Xeyn ji van TVyan xeberên Ereb jî diyar kirin ku li baregehan teqîn pêk hatine.

Ji teref Emrîqayê ve hêj ti daxuyanîyeke fermî nehat belavkirin. (ÎLKHA)