Bûyer, li navçeya Rezanê di kolana 1048em a Taxa Yenîkoyê de pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin; di navbera 2 malbatan de ji ber sedemeke ku hêj nedîyare bi gotinan nîqaş derket.
Nîqaşa bi gotinan ya ku di navbera zarokan de derket, ji şerê çekdarî re vegerîya. Di encama bûyerê de 2 kesan bi çekan birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar, ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Ekîbên polêsan, li derdorê ewlehîyek hat girtin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)