Serokkomar Erdogan bi Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye re hevdîtin kir

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniyeyê re bi telefonê axivî.

Ekleme: 22.10.2023 10:45:44 / Güncelleme: 22.10.2023 10:45:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokkomar Erdogan di hevdîtina xwe ya li gel Heniyeyê da mijarên wekî alîkariyên însanî yên Tirkiyeyê yên digihêje Xezzeyê, dermankirina birîndaran li Tirkiyeyê dema ku hewce bike û di zûtirîn wextê da li herêmê agirbest bê avakirin nirxandin.

Erdogan diyar kir ku bêyî avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê li ser sînorên sala 1967an ku paytexta wê Quds e, çareseriyeke mayînde ya meseleya Filistînê pêk nayê û destnîşan kir ku Tirkiye ji bo aştiyeke mayînde li qada navneteweyî têkoşîna xwe bidomîne. (ÎLKHA)