Biden: Ez nahêlim HAMAS û Pûtîn bi ser bikevin

Serokê Amerîkayê Joe Biden got, "Parastina serkeftina Îsraîl û Ukraynayê ji bo ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê girîng e."

Ekleme: 20.10.2023 09:55:39 / Güncelleme: 20.10.2023 09:55:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Amerîkayê Joe Biden di gotareke xwe ya ji bo gel de got ku ewê daxwaza bilez ji Kongreyê bo piştevaniya darayî ji hêzên hewayî yên rejîma siyonîstî bikin.

Biden weha got, "Divê em teqez bikin ku Qubeya Hesinî parastina esmanê Îsraîlê bidomîne."

Biden diyar kir ku pakêta ku ew ê ji Kongreyê re bişîne û wekî "pabendbûneke bêhempa ya ji bo ewlehiya Îsraîlê" bi nav kir, wê qalîteya îşxalkeran a leşkerî jî zêde bike.

Biden diyar kir ku dibe ku ji bo Amerîkîyan bifikire ku nakokî ji wan pir dûr in û paşê bipirsin çima ev ji bo wan girîng e û weha got: "Parastina serkeftina Îsraîl û Ukraynayê ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê pir girîng e."

Biden got ku ew ê nehêlin Hamas û Pûtîn bi ser bikevin. (ÎLKHA)