NY: Li Xezzeyê sîstema tenduristîyê hilweşîya

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Mesulê Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî Martîn Griffiths, got ku li Xezzeyê sîstema tenduristîyê hilweşîya.

Ekleme: 19.10.2023 15:15:44 / Güncelleme: 19.10.2023 15:15:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Griffiths di civîna ku ji bo derheqê rewşa li Xezzeyê de hatibû tertîpkirin de axivî û weha got, “Li Xezzeyê sîstema tenduristîyê hilweşîyaye. Di êrîşa ku li Nexweşxaneya li El Ehlî Baptîstê hat kirin de, kêmasîya ambûlans, personel û qapasîteyê heye ji ber vê yekê tehlîyeya gelek kesan nehatîye kirin.”

Griffiths dewam kir, “Ev nexweşxaneya ku duçarê êrîşê hat ji 20 nexweşxaneyên ku di nav Xezzeyê de ye yek e. Nexweşxane di dema êrîşê de tijî bû û di nav nexweşxaneyê de gelek zarok û pîrek jî hebûn.”

Griffiths axavtina xwe weha dawî kir, “Ji bi hezaran kesên ku di bin kavilan dene hêj xeber nayê girtin û bi rastî jî em nizanin ku çend kes însan ji bona ku ji talûkeyan xwe xelas bikin çûne başur.” (ÎLKHA)