Rejîma sîyonîst: 291 leşkerên me hatine kuştin

Artêşa rejîma îşxalker a sîyonîst daxuyand ku ji 7ê Cotmehê heta niha hejmarê leşkerên wan yên ku hatine kuştin gihaştîye 291 kesan.

Ekleme: 16.10.2023 14:09:52 / Güncelleme: 16.10.2023 14:09:52 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê hêzên parastina rejîma sîyonîst Danîel Hagarî (IDF), destnîşan kir ji 7ê Cotmehê roja Şemîyê heta niha hejmarê leşkerên ku hatine kuştin û nasnameyên wan eşkere bûne derket 291 kesan.

Hagarî, diyar kir ku ji malbatên leşkeran ku herî kêm di nav wan de 7 efser jî hene re xebera mirina wan hatîye şîyandin. (ÎLKHA)