Ji mîtînga Tofana Aksayê ya li Dîyarbekirê re bi hezaran mirov beşdarî dibin

Mîtînga ji bo piştgiriya Tofana Eqsayê ya ku ji teref HUDA PARê ve ji bo protestokirina êrîşên rejima îşxalker a siyonîst li ser gelê Filistînê hat tertîpkirin bi beşdarbûna mezin dewam dike.

Ekleme: 15.10.2023 15:25:34 / Güncelleme: 15.10.2023 15:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HUDA PARê li Diyarbekirê ji bo şermezarkirina qetlîamên rejîma siyonîst a îşxalker ên li Xezzeyê û piştgiriya xwe ya ji bo Operasyona Tofana Eqsayê ya berxwedêran meşek girseyî li dar xist.

Ji bajar û navçeyên derdorê jî gelek kes beşdarî mîtînga ku li Meydana Îstasyonê hat lidarxistin bûn.

Mîtînga ji bo piştgirîdayîna Tofana Eqsayê ya ku ji teref HUDA PARê ve tê tertîpkirin bi tevlîbûna xwe berdewam dike.

Li deriyên ketina qada mîtîngê qelebalixî heye. (ÎLKHA)