Ji Êlihê ji bo mîtînga Fîlîstînê ya li Dîyarbekirê konvoyek birê ket

Xelkê Êlihê, ji bona ku beşdarî mîtînga Fîlîstînê a ku ji teref Serokatîya Bajara Dîyarbekirê ya HUDA PARê ve li Dîyarbekirê tê tertîpkirin bibin bi tevî konvoyê birê ketin.

Ekleme: 15.10.2023 13:55:39 / Güncelleme: 15.10.2023 13:55:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Operastona Tofana Eqsayê” ya ku ji teref HAMASê ve hatibû lidarxistin di roja xwe ya 9emîn de berdewam dike.

Hamas di operasyonê de tenê leşkerên sîyonîstan ji xwe re dike hedef lê rejima sîyonîst bi tevî bombeyên fosforan pîrek, zarok û sîvîlan hedef digre.

Heta niha ji teref sîyonîstan ve piranîya wan zarok û pîrek in ji 2 hezarî zêdetir Fîlîstînî şehîd bûne, bi hezaran jî birîndar bûn.

Êrîşên sîyonîstan a li Xezzeyê berdewam dike lê destekên ji operasyona “Tofana Eqsayê” re jî ji çar alîyê dinyayê didomin.

HUDA PARê îro li Dîyarbekirê di seat 13.00an de li Meydana Îstasyonê mîtîngek lidardixe.

Ji Êlihê jî ji bona beşdarîya mîtîngê konvoyek hat amadekirin û bi dehan zêdetir wesayît berê xwe dan Dîyarbekirê û birê ketin. (ÎLKHA)