Serokê Hamasê Henîyye, ji xelkên ku ji bo Xezzeyê protestoyên desketê lidardixin re bang kir: Nesekinin!

Serokê Hamasê Îsmaîl Henîyye, ji xelkên ku li welatên Erep û yên dinê protestoyên alîkarîyê lidardixin re teşekur kir û bang kir ku bila ev protestoyên xwe bidomînin.

Ekleme: 15.10.2023 10:09:51 / Güncelleme: 15.10.2023 10:09:51 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Henîyye, derheqê meseleyê de bi vîdeoyê peyamek belav kir, wî di daxuyanîyê de destnîşan kir ku operasyona Tofana Eqsayê ya ku ji bo dawîya îşxala Mescîdî Eqsa û Fîlîstînê destpêk e de dîrok tê nivîsandin.

Henîyye di peyama xwe de weha got:

“Dijminê ku bi artêşa xwe ya tirsonek nikare derkeve li hember cengawerên me, dest bi qetlîaman kir.

Em ê digel desteka Emrîqaya dijmin, wê stratejîya veguherîn û xelasîyê berdewam bikin.

Xelkê Xezzeyê rihê xwe berdane axên Xezzeyê, ew ji welatên xwe re jidandîne, ew ê axên xwe terk nekin û koç jî nekin.

Ez dixwazim ku ji dijmin re bibêjim û bal bidim kişandin, operasyona stratejîk ya ku hûn dûçarê wî bûne nîşan dide ku xelasî û veguherîna me nêz e.

Ji Şerîaya Rojava û Xezzeyê koç tineye, ez dibêjim ku li Xezzeyê ji Misirê re koç tineye û birayên xwe yên li Misirê silav dikim.

HAMAS, daîma bal kişandîye ku ew sîvîlên îxtîyar an jî ciwanan tu dem hedef negirtîye.

Ez ji xelkê ku li welatên Erep û welatên dinê protestoyan dikin re teşekur dikim û bang li wan dikim ku bila wan protestoyên xwe bidomînin.

Ez ji hemû alîgirên xwe yên ku di hemû bajaran de protestoyan lidardixin re dibêjim: Nesekinin!

Em ê heta ku dewleta me saz bibe, girtîyên me û pîrozîyên me azad bibin, însanên me yên ku ji cîhê xwe bûne ji mala xwe re vegerin micadeleya xwe bidomînin.” (ÎLKHA)