Emrîqa: 29 welatîyên me mirin

Wezîrareta Karên Derve yê Emrîqayê, daxuyand ku di encama operasyonên ku ji teref Tugayên Qasam yê baskê leşkerî ya Hamasê ve hatine lidarxistin de 29 welatîyên wan mirine.

Ekleme: 15.10.2023 09:35:32 / Güncelleme: 15.10.2023 09:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku derheqê şekla mirina wan û nasnameyên wan de ti agahî nehat belavkirin de, hat destnîşankirin ku ew ji 15 welatîyên Emrîqayê xeberê nastînin.

Di daxuyanîyê de, bal hat kişandin ku hikumeta Emrîqayê bi rejîma sîyonîst re derheqê êsîr, îstîxbarat û xelaskirina êsîran de hevkarîyê dikin. (ÎLKHA)