Maduro ji televîzyona dewletê re daxuyanî da û got, "Em wek Venezuela banga piştevanî û hevgirtina bi gelê Filistînê re dubare dikin û rastiya Filistînê di bîran dixin. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de agirbest bê tesîskirin, bombebarana li Xezzeyê bê rawestandin û muzakere bên kirin.”
Maduro got, "Em dixwazin qetlîamên ku li ser gelê Filistînê didomin rawestin. Em aştiyê dixwazin, em wekheviyê dixwazin û em çareseriya du dewletî dixwazin."(ÎLKHA)