Wezîra Karên Derve Fîdan dê bi Sîsî re hevdîtinê bike

Tê diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di serdana xwe ya fermî ya Qahîreyê de bi Serokkomarê Misirê yê derbekar Ebdulfetah El Sîsî re hevdîtinê bike.

Ekleme: 14.10.2023 11:55:37 / Güncelleme: 14.10.2023 11:55:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Misrê Semîh Şukrî bi serdaneke fermî çû Misrê.

Hakan Fîdan li paytexta Misirê Qahîreyê bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de êrîşên rejîma siyonîst a li ser Xezzeyê hatin gotûbêjkirin.

Wezîr Fîdan dê di çarçoveya serdanê de bi Wezîrê Derve yê Misirê Şukrî re jî bicive.

Tê diyarkirin ew ê mijara sereke ya hevdîtina her wezîran ew êrîşên ku ji teref rejîma îşxalê ve li ser Filistînî ve tên kirin be.(ÎLKHA)