Nobeda Eqsayê ya li Dîyarbekirê didome

Weqfa Evîndarên Pêxember ji bo piştgirîkirina Tofana Qudsê wê îro danê êvarê li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê civîna nimêja eşayê, nimêja cinazê ya bi xîyabî û bernameya nimêjê ya bi şîara "Şalika xwe bigre û were" li dar bixe.

Ekleme: 12.10.2023 15:35:34 / Güncelleme: 12.10.2023 15:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xelkê Diyarbekirê ku doh bi şev bi şalikên nimêjê di destên xwe de ji bo nimêja eşayê li Qada Şêx Seîd hatin cem hev, di çarçoveya bernameya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin de piştî nimêja eşayê ji bo şehîdên Filistînî nimêja cinazê hat kirin.

Di roja 6emîn a Operasyona Tofana Eqsayê da pevçûnên di navbera mucahîdên Filistînî û rejima îşxalker da dewam dikin, li çaraliyê cîhanê banga piştgiriyê ya ji HAMASê re dewam dike.

Weqfa Evîndarên Pêxember ji bo piştgiriya xwe ya ji bo Mislimanên Filistînî ragihînin, wek doh jî bi şiyara " Şalika xwe bigre û were" bernameya xwe ya nimêja eşayê û bernameya nimêja cinazê ya xîyabî berdewam dike.

Weqfa Evîndarên Pêxember ji bo bernameya ku dê li Qada Şeyh Seîd a navçeya Navendî ya Sûrê bê lidarxistin daxuyanî parve kir û di saet 19.00an de bi şîara " Şalika xwe bigre û were" hemû gelê Diyarbekirê banga qadê kir û agahî da çalakî dê sibê jî bê lidarxistin. (ÎLKHA)