HUDA PAR ji bo Fîlîstînê wê li Dîyarbekirê mîtîngek li dar bixe

Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Vedat Turgut, daxuyand ku ew li Dîyarbekirê ji bo desteka berxwedana li Fîlîstînê di 15ê Cotmehê de roja Yekşemê wê mîtîngek li dar bixin.

Ekleme: 11.10.2023 16:55:33 / Güncelleme: 11.10.2023 16:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji operasyona “Tofana Eqsayê” ya ku di 7ê Cotmehê de ji teref Tugayên Îzzettîn el Qassamê ve li dijî sîyonîstên îşxalkeran hatibû lidarxistin re destek û alîkarî wek çîyayan zêde dibin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, doh bi rojeva Fîlîstînê bi serokên giştî yên partîyên Saadet, Gelecek û Refaha Ji Nû Ve re hevdîtinê kiribû. Piştî hevdîtinê qerar hatibû girtin ku ew ê li Yenîkapîya Stenbolê mîtîngekî hevpar wê bê lidarxistin.

Piştî ev qerarê Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Vedat Turgut jî li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de ji mîtînga ku di 15ê Cotmehê de li Meydana Îstasyonê bê lidarxistin re banga beşdarîyê kir.

Turgut di daxuyanîya xwe de weha got, “Ey welatên Îslamî û Misilman! Em li hember sîyonîstên canî yên ku Qudsê kirine gola xwînê bisekinin. Em hovîtîya sîyonîstan ku êrîşê pîrozbahîyên me dikin bidin sekinandinê. Di serî de hemwelatîyên min yên Dîyarbekirî û dûre ji hemû xelkê me re bang dikim ku bila ji qetlîamên wehşî yên ku çeteyên sîyonîst bi piştgirîya Emrîqaya şeytana mezin pêk tînê re bertekên xwe nîşan bidin; di 15ê Cotmehê de roja Yekşemê di Meydana Îstasyonê de #JiBonaQudsêTênêCemHev. Em bi beşdarbûna mîtîngên li Yenîkapîya Stenbolê û Meydana Îstasyonê ya Dîyarbekirê ku werin tertîpkirin bibin û alîyên xwe nîşan bidin. ‘Yên ku bê alî bimîne ew ê belawela bibe’” (ÎLKHA)