HUDA PAR û Partiya Saadetê ew ê ji bo Filistînê li Yenîkapiya Stenbolê mîtînga hevpar li dar bixin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapiciogluyê ku piştî operasyona "Tofana Eqsayê" Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaogluyê ku bi rojeva Filistînê ziyaret kir diyar kir ku wan biryara mîtînga hevpar girt.

Ekleme: 10.10.2023 16:10:35 / Güncelleme: 10.10.2023 16:10:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu û heyeta pê re li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê bi Karamollaoglu re hat bal hev.

Li Yenîkapiya Stenbolê wê roja yekşemê mîtîngek bê lidarxistin

Yapicioglu weha got: "Me li ser mijarê axivî. Îro ew wek Koma Partiya Saadet dê li Meclisê daxwaza civîneke giştî bike. Çawa ku wan diyar kiribûn, fikra me hebû ku dawiya hefteyê hin mitîng bên lidarxistin. Li şûna ku di heman rojê de li heman bajarî du mitîngên cuda bên lidarxistin, Me jî li hev kir ku em van mîtîngan li hev bikin. Bi hêviya ku em ê roja yekşemê li Yenîkapiya Stenbolê bi hev re mîtîngekê li dar bixin." (ÎLKHA)