Serokê Dîyanetê Erbaş: Divê îşxalkeran ji axên Filistînê vekişin

Serokê Karên Dîyanetê Elî Erbaş, daxuyand aştîya ku li Fîlîstênê bê çêkirin, encax bi vekişîna îşxalkeran a ji axên Fîlîstînê û gihaştina azadîyê ya xelkê Fîlîstînê mimkin e.

Ekleme: 10.10.2023 10:05:34 / Güncelleme: 10.10.2023 10:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erdbaş diyar kir ku êrîş li pîrozîyên Misilmanan tê kirin, “Em meseleyên ku li Fîlîstînê pêk tênê bi xemgînî û di nav endîşeyê de dişopînin. Mixabin xelkê mezlum yê Fîlîstînê bi zilm, embargo û îşxala ku bi salan e tê kirin ji mafên xwe yên bingeh tênê mehrûmkirin, dest tê dayîn li ser mal û xanîyên wan, bi taybetî ji Mescîdî Eqsayê re lê bi giştî ji hemû pîrozîyên Misilmanan re êrîş tê kirin.

Aştîya ku li Fîlîstênê bê çêkirin, encax bi vekişîna îşxalkeran a ji axên Fîlîstînê û gihaştina azadîyê ya xelkê Fîlîstînê mimkin e. Daxwazîya me ya mezin zerar nedîtina însanên mesum in. Wek ku em her dem dibêjin vê carê jî dibêjin ku em li cem xelkê mezlum yê Fîlîstînê û Mescîdî Eqsayê ne, em dixwazin ku bila bi lez hemû erdnigarî bighêje aştî û huzûrê.” (ÎLKHA)