Li Şerîaya Rojava û Qudsê grêva giştî berdewam dike

Filistînîyên li Quds û Şerîaya Rojava, biryar girtin ku ew ji ber êrîşên rejima îşxalkeran ku li Xezzeyê dikin dest bi grêvê dikin.

Ekleme: 09.10.2023 11:45:32 / Güncelleme: 09.10.2023 11:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Filistînîyên li Quds û Şerîaya Rojava yên di bin îşxalê de ne, ji bona ku ji êrîşên rejima sîyonîst ku li Xezzeyê lidardixe re bertekê nîşan bidin dikanên xwe girtin.

Hemû cîhên Qudsê ên berê jî dexlê grêvê bûn û dikanên xwe venekirin.

Li Şerîaya Rojavayê xeyn ji dikandaran sazîyên dewletê jî dest bi grêvê kirin.

Li Şerîaya Rojava ya ku di Zanîngeh û dibistanan de tetîlê îlan kir, kolan, dikan û hemû cîhên bazirganîyê girtîne. (ÎLKHA)