Li Şerîaya Rojava hejmarê şehîdan derket 14 kesan

Di encama pevçûna ku li Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye derket de 14 Filistînî, ji teref rejima îşxalker a sîyonîst ve hatin şehîdkirin.

Ekleme: 09.10.2023 10:25:32 / Güncelleme: 09.10.2023 10:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gelek cîhên Şerîaya Rojava di navbera Filistînî û artêşa qaşo yê rejima îşxalker de pevçûn derket.

Piştî operasona Tofana Eqsayê ku ji teref Tevgera HAMASê ve di 7ê Cotmehê de hatibû destpêkirin li gelek bajaran wek Qudsê li Şerîaya Rojavayê jî pevçûn pêk hatin, li bajar û bajarokên El-Xelîl, Ramallah, Erîha, Nablus û Kalkîlyaya Şerîaya Rojavayê pevçûn pêk hatin.

Ji roja Şemîya borî heta îro di encama pevçûnan de 14 Filistînî şehîd bûn.

Hat destnîşankirin ku di encama pevçûna ku li Kalandîyayê di nuqteya kontrol a leşkerî de pêk hat de 3 Filistînî birîndar bûn. (ÎLKHA)