Li Dîyarbekirê bi hezaran wesayît ji bo Filistînê di nav bajêr de gerîyan

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji bona ji operasyona “Tofana Eqsayê” re ku di navbera berxwerêdên Filistînî û rejîma sîyonîst de berdewam dike piştgirîya xwe nîşan bidin li Dîyarbekirê bi hezaran wesayît bi qonwoyê di nav bajêr de gerîyan.

Ekleme: 09.10.2023 10:05:44 / Güncelleme: 09.10.2023 10:05:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi organîzatorîya Weqfa Evîndarên Pêxember ve gelek Dîyarbekirî li Meydana Şêx Seîd kom bûn, bi tevî wesayît û alên Filistîn û Tewhîdê bi kîlometreyan qonwoyek lidarxistin û di nav bajêr de gerîyan.

Dîyarbekirîyên ku bi tevî merşên Hamas û Filistînê di nav bajêr de gerîyan, li navçeyên Rezan û Kayapinarê Derbas bûn, ew cardin alîkarîya xwe ya ji Filistînê re îspat kirin.

Di guzergeha qonwoyê de xelk derketin pace û balqonan bi tevî tekbîr û alên xwe yên Tewhîdê piştgirîyê dan ji mirovên qonwoyê re. (ÎLKHA)