Di Tofana Eqsayê de 600 îşxalker mirin û zêdeyî 2 hezar jî birîndar bûn

Hat diyarkirin ku di operasyona bê hempa ya ku doh ji aliyê baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Qassam ve hat destpêkirin de heta niha 600 sîyonîstên îşxalker mirin û 2 hezar û 48 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.10.2023 17:09:43 / Güncelleme: 08.10.2023 17:09:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di Pêngava Bagera El-Eqsayê ya Tûgayên Qassam de rejîma îşxalker derbeyên giran dixwe.

Wezareta Tenduristiyê û medyaya rejîma îşxalker li xwe mikur hat ku di operasyona Tofana Eqsayê de heta niha 600 îşxalkr mirine û 2 hezar û 48 îşxalker jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku di nav kuştiyan de fermandarên payebilind ên îşxalekran hene. Berdevkê artêşa îşxalker destnîşan kir ku doh li Kerem Şalomê di şerê çekdarî yê bi berxwedana Filistînê re fermandarê Tugaya Nahalê jî hatiye kuştin.

Di operasyonan de Tûgayên Qassam gelek leşkerên îşxalker jî êsîr girtin.

Tûgayên Qassam bi operasyonên bejayî û her wiha operasyonên hewayî tevlî şerê rû bi rû dibin. (ÎLKHA)