Rejîma îşxalker a siyonîst Mizgefta Harem-î Îbrahîm girt

Rejîma siyonîst biryara girtina Mizgefta Harem-î Îbrahîm li bajarê El Xelîlê li Şerîeya Rojava ya îşxalkirî ye girt.

Ekleme: 08.10.2023 15:15:34 / Güncelleme: 08.10.2023 15:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midûrê Giştî yê Weqfên El Xelîlê Nadal Caberî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de weha got, "Îşxalker heta fermaneke din Mizgefta Îbrahîm digirin. Êrîşeke nû ya li dijî azadiya îbadetê ya Mislimanan tomar dikin."

Siyonîstên îşxalker di 25ê Sibata 1994an da 29 Mislimanên ku nimêja sibê li Mizgefta Harem-î Îbrahîm a bajarê El Xelîlê yê Şerîeya Rojava dikirin qetil kirin. Di êrîşê de zêdeyî 150 misilman birîndar bûn.

Piştî qetlîamê mizgeft hat girtin û dema ku ji nû ve hat vekirin, bû du par û nîvê wê ji Cihûyên îşxalker re hat veqetandin. (ÎLKHA)