Xûşk û birayên sêtik xercaneyên xwe ji bo mihtacan bexş kirin

Omer, Betul û Yûba Yanaç ên ku xûşk û birayên sêtik in, xercaneyên xwe yên ku di qimbereyên xwe de kom kirine ji bo êtîm û mihtacan bexş kirin û teslîmê  Karwana Hêvîyê kirin.

Ekleme: 06.10.2023 13:50:41 / Güncelleme: 06.10.2023 13:50:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ev hereketa wan yê mînak gelek mirova şanaz kir.

Dildarê Karwana Hêvîyê Ridvan Uzumcu, ji xuşk û brayên sêtik û malbatên wan re teşekur kir û got ku divê ev hereketa mînak ji bo herkesê bibe mînekek.

Uzumcu di axavtina xwe de weha got, “Ez ji li vê derê ji malbatên wan re ku wan bi vê şeklê perwerde kirine û ji me re anîtine teşekur dikim. Xwedê wan salih û saliha bike, wan ji hemû xerabîyan mihafeze bike.”

“Înşaallah ev hereketa wan ji xêrxwazên mezin re bibe mînak”

Uzumcu destîşan kir ku divê hereketên ewakî ji hemû kesan re bibe mînak û dûre weha got, “Em vê hereketa ku van xuşk û birayên me kirine di vê pêvajoya ku di nav civaka me de başîtî winda dibe de dikin gelekî muhîm dibînin. Ji ber vê yekê em vê hîsên wan bi hurmetî pêşwazî dikin. Zîra ew ê înşaallah ev hereketa wan ji xêrxwazên mezin re bibe mînak. Em ê jî ev pereyên wan yên ku di qumbereyên xwe de kom kirine û ji me re anîtine ji malbatên ku li cem me qeydkirîne re wek xwarin, goştê sor, cil û bergan belav bikin. Em bi vê wesîleyê ji xêrxwazên ku ji me re alîkarîyê dikin re, ji van zarokên xwe yên biçûk û  malbatên wan re teşekur dikin.”

“Di nîyeta başîtîyê de qîmeta hejmarê tineye”

Uzumcu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Dibe ku bi mîqtarî pere hindik be. Feqet ev hereketa wan yê ku nexwarine û venexwarine pereyên xwe di nav qimbereyên xwe de kom kirine û ji me re gotine ‘ha ji we re vê pereyê ji bo feqîran xerc bikin’ bi tena serê xwe dewlemendîyek e. Em di nav civaka xwe de jî hestyarîyekî ewakî dixwazin. Di nîyeta başîtîyê de qîmeta hejmarê tineye. Ew ê ku muhîm e nesleke paqij û hîsa başîtîyê ku winda bûye ji nû ve candar kirine.” (ÎLKHA)