Serokê Giştî yê Partiya Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê Yapicioglû zîyaret kir

Serokê Giştî yê Yekgirtuyê Selahaddîn Muhammed Bahaeddinê ku ji Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê ji bo hinek hevdîtinan bike hat Enqereyê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ziyaret kir.

Ekleme: 05.10.2023 16:05:36 / Güncelleme: 05.10.2023 16:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Giştî yê Partiya Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtu) Selahaddîn Muhammed Bahaeddîn Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu li oda wî ya li TBMMyê ziyaret kir.

Serokê Giştî yê Yekgirtû Bahaeddîn û heyeta pê re ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu û Sekreterê Partiyê û Wekîlê Entabê Şahzade Demîr ve hatin pêşwazîkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo serdanê spasiya Serokê Yekgirtû Bahaeddîn kir.

Di serdanê de ku nêzî 45 deqeyan berdewam kir de, ji hevdu re xêr û xweşî hatin daxwazkirin.

Piştî ziyaretê fotoxrafa yadîgarê hat kişandin. (ÎLKHA)