Tugaya Qassam 5 leşkerên siyonîst birîndar kirin

Li bajarê Tulkerîmê di operasyona Tugaya Qassam de 5 leşkerên îşxalkeran birîndar bûn.

Ekleme: 05.10.2023 12:15:34 / Güncelleme: 05.10.2023 12:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî nûçeya çapemeniya Filistînê, leşkerên sîyonîstan li dijî kampa Tulkeram a Tabûra Qassam operasyonek din li dar xistin.

Li gor agahiyên ewil di operasyonê da 5 leşkerên siyonîst birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan giran e.

Hat diyarkirin ku Mucahidan plan dikirin ku tîmeke taybet a sîyonîst dîsa bixin kemînê.

Berdevkê Qassam got ku mucahidan bi bombeyan kemînê li wan dan û piştre gule berdan, û ew mecbûr man ku paşde biçin. (ÎLKHA)