Li Hîndistanê lehî: 14 mirî, 120 winda

Li wîlayeta Sîkkîma Hîndistanê lehî pêk hat, di lehîyê de 14 kesan canê xwe ji dest dan, 23 jê leşker 120 kesan jî winda bûn.

Ekleme: 05.10.2023 09:30:34 / Güncelleme: 05.10.2023 09:30:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midûrê Giştî yê Sazîya Bireveberîya Afeta wîlayetê Prabhakar Rai diyar kir ku li herêma Lachena ku ji ber barana zêde lehî pêk hat, li gorî diyarîyên ewil 14 kesan canê xwe ji xwe dest dan û 23 jê leşker 120 kes jî winda bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat daxuyandin de, 23 endamên leşkerîyê di lehîyê de winda bûne.

Xeyn ji vêya li Bangladeşê jî li hinek herêman lehî pêk hat. (ÎLKHA)