Qeredaxî: Heta ku ummeta Îslamê ziîf bimîne, êrîşên li dijî Quranê wê dewam bikin

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Cîhanê Elî Qeredaxî, derheqê êrîşên ku li Quranê tên kirin û nîjadperestîya ku li miltecîyan tê kirin de nirxandinan kir û diyar kir heta ku ummeta Îslamê ziîf bimîne, êrîşên li dijî Quranê wê dewam bikin.

Ekleme: 04.10.2023 12:15:41 / Güncelleme: 04.10.2023 12:15:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Cîhanê Elî Qeredaxî ku beşdarî “Hevdîtina Aliman a 8emîn” bû ji ÎLKHAyê re axivî.

Qeredaxî bal kişand ku li Ewrupayê li dijî Qurana Pîroz kampanyayên êrîşê hatine lidarxistin, bi tevî welatên Îslamê li dijî miltecîyan jî nîjadperestî tê kirin.

“Heta ku ummeta Îslamê ziîf bimîne, êrîşên li dijî Quranê wê dewam bikin”

Qeredaxî êrîşên li Ewrupayê li dijî Quranê tênê kirin nirxand û weha got, “Di vê pêvajoyê de em li Ewropayê li dijî pîroziya Îslamê bi kampanyayeke pir tund re rû bi rû ne. Bi xêzkirina heqaretan dest pê kirin û niha jî bi şewitandina Qurana pîroz berdewam dikin. Wek zanyar em; Li hemberî vê rewşê me helwesteke zelal nîşan da û bang li gel kir ku li dijî vê kampanyayê derkevin û xwepêşandanan organîze bikin û bang li rayedaran kir ku têkiliyên xwe yên aborî û dîplomatîk qut bikin. Lê belê divê em zanibin ku heta ummeta Îslamê ziîf bimîne dê êrîşên bi vî rengî berdewam bikin.”

“Ne rast e ku Misliman xwedî fikrên nijadperest bin, nexwe divê li dijî nijadperestiyê têkoşîn bikin”

Qeredaxî weha domand axavtina xwe, "Mixabin li hinek welatên îslamî di bin navê nijadperestî û berjewendiyên aborî de li dijî penaberan kampanyayeke tundiyê derketiye holê. Kampanyayeke gelek metirsîdar e. Di heman demê de ev kampanya li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ez bang li Ewropa, Rojava û ne Welatên Îslamê dev ji van pevçûnan berdin û vê kampanyaya nijadperestî bi dawî bikin. Ji ber ku ev rewş wê terorê zêde bike û kêrî aştiyê neyê. Her wiha dema ku li welatên Îslamê bi nijadperestiyê re rû bi rû bim ez êşeke giran dibînim. Ne rast Misilman Xwedî fikrên nijadperest in, wekî din divê li dijî nijadperestiyê şer bikin.” (ÎLKHA)