Li Pakistanê 10 mîlîtanên çekdar hatin kuştin

Artêşa Pakistanê daxuyand ku ew li wîlayeta Xeyber Paxtunwayê di encama operasyona ku lidarxistin de 10 mîlîtanên çekdar kuştine.

Ekleme: 04.10.2023 10:05:45 / Güncelleme: 04.10.2023 10:05:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku li ser îxbara ku ji Herêma Tanqê ya wîlayeta Xeyber Paxtunwayê hatîye standin li dijî mîlîtanên çekdar operasyon hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonê de 10 mîlîtanên çekdar hatin kuştin, mîlîtanên ku hatine kuştin jî li dijî sîvîl û hêzên ewlehîyê çalakîyê lidarxistine.

Di encama operasyonê de gelek çek, cebilxane û teqemenî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)