Parlamenterê HUDA PARê Demîr banga mulaqat û tehqîqata ewlehîyê kir: Divê lîyaqat û ehlîyet bê esasgirtin

Parlamenterê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr di Sazîya Giştî ya Meclîsê de xeyn ji rojevê îzîn xwest û axivî, wî got ku mexdurîyetên mulaqat û tehqîqata ewlehîyê hêj berdewam dikin.

Ekleme: 04.10.2023 09:55:41 / Güncelleme: 04.10.2023 09:55:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Demîr di serê axavtina xwe de îfade kir ku bila ev sala qanûna nû bi xêrê derbas bibe.

Demîr, derheqê êrîşa li Enqereyê de jî weha got, “Ez êrîşa ku di 1ê Cotmehê de ji hizûr û aştîyê re hatîye kirin bi tundî şermezar dikim.”

Şahzade Demîr ku derheqê mulaqat û tehqîqata ewlehîyê de jî axivî û weha got, “Mulaqat û tehqîqata ewlehîyê hêna jî însanan mexdur dike. Êdî, divê li Tirkîyê lîyaqet û ehlîyet bê esasgirtin. Xeyn ji sazîyên hessas divê tehqîqata ewlehîyê bi şeffafî ku ji îstîsmar û neheqîyê re rê veneke û bi krîterên ku mirov dikaribe wî kontrol bike re bê girêdan. Divê êdî li Tirkîyê zêdetir însan neynê mexdûrkirin, divê lîyaqet û ehlîyet ji pêş re bê derxistin. Ev tişt, di heman demê de berîya hilbijartinê soza hilbijartinê ya Serokkomarê bû jî.” (ÎLKHA)