Cotkarên ku dest bi komkirina pemûyan kirin ne memnûn in

Li navçeya Sêwrega Rihayê pemûyên ewil a îsalê hat komkirin. Ji ber ku mealîyetên mesrefan sê çar qat zêde bûne û li gorî sala parîn fîyet erzan e cotkar derdên xwe anîtin ziman.

Ekleme: 03.10.2023 14:35:33 / Güncelleme: 03.10.2023 14:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pemûya ku her sal di vê wextê de tê komkirin, digel di alîyê qelîte û verîmê de baş e fîyeta wî li gorî sala parîn erzan e.

Sala parîn kîloya pemûyê di navbera 19-17 Lîreyî de dihat firotan. Lê îsal ji ber enflasyonê dîsa bi heman fîyetî tê firotan. Ji ber vê yekê cotkar jî hatine li ber dev jê berdana kar.

“Em ji dewletê dixwazin ku bila êdî dest bavêjê ji vê rewşê”

Halîl Boztepe diyar kir ku ew ji dewletê li bêvîya alîkarîyê ne, “Ez ji li vê derê bang li Wezîrê Çandinîyê dikim. Em pemûya ku danîne li gorî fîyeta parîn jî nikarin bifroşin. Ji ber ku pemû pere nake em nikarin heqê karkeran jî bidin. Êdî em nizanin çi bikin. Em ji dewletê dixwazin ku bila dest bavêje vê meseleyê.”

“Ji bona Xwedê bila êdî cotkaran bibînin”

Omer Kiliçaslan dîyar kir ku ti qîmeta cotkaran nemaye, “Bi rastî jî tiştekî ku em bibêjin nemaye û em nizanin êdî bibêjin çi. Ev bû çend meh e bi şev û roj dixebitin û hilberîna me jî bi erzanî tê firotan ev tişt keda me beredayî û bêqîmet dike. Di zibil, mazot û dermanê de pirsgirêk tê kişandin ji xwe DEDAŞ ti dibêjî qey ortaxê me ye. Em dixebitin naxebitin encax heqê vana dikarin bidin. Ti qîmeteke cotkaran nemaye. Em herin li ku derê, çi bikin nizanin. Ew ê rayedarên dewletê kînga dengê me bihîsin?”

“Êdî em cotkar qeweta me nemaye”

Osman Boztepe jî weha got, “Ez dengê xwe dernaxim yanê nizanim bibêjim çi. Ger ku xwedîyê vê dewletê hebûya ew ê me bi vê şeklê di ortê de nedihêşta. Wexta ku em vê karê berdin karekî ku em bikin tineye.” (ÎLKHA)