Li Trabzonê 1461 hafiz û hafîze îcazetê standin

Prof. Dr. Elî Erbaş ku Li Trabzonê di “Merasîma Îcazeta 1461 Hafizan” de axivî, got ku “Cehaleta li ser rûyê erdê li bêvîya ronîbûna bi Quranê ye”

Ekleme: 03.10.2023 11:10:33 / Güncelleme: 03.10.2023 11:10:33 / Xeberen Kurdi / Trabzon Haberleri
Destek için 

Serokê Karên Dîyanetê Prof. Dr. Elî Erbaş, beşdarî Merasîma Îcazeta 1461 Hafizan” ku ji teref Miftîtîya Bajar a Trabzonê ve hat lidarxistin bû. Di merasîmê de 892 jê kur, 569 jê qîz tevahî 1461 xwendekarên hafiz û hafîze îcazetê standin.

Erbaşê ku di bernameya li Eywana Spor a Hayrî Gûr hat tertîpkirin de axivî, diyar kir yên ku di nav Misilmanan de herî bi şeref in Hafiz in û dûre weha got, “Xwezî li hafizan, di dinyayê de ji însanekî re ji vêya pê ve nîmetek mezin nabe nisîb.”

Erbaş, destnîşan kir lazim e ku hemû kitêbên di dinyayê de ji bona fêhmkirina Quranê bê xwendin û dûre axavtina xwe weha berdewam kir, “Ger ku di destê we yekê de kitêbek an jî meqaleyekî derheqê astronomîyê de hebe bila bixwîne û ew ê bibîne ku di Sûreya Yasînê de jî derheqê tav û hîvê de ayet hene. Ger ku hûn kitêb û maqaleyên derheqê astronomî, jeolojî, sosyolojî, zanyarîya erdê û zanyarîya asîman de bi nîyeta ji bona ku ez Quranê baştir fêhm bikin bixweyînin wek ku hûn îbadeteke nafîleyê kiribin in.”

“Em ê bi Quranê ji derda însanîyetê re bibin derman”

Erbaş anît ziman ku armanc xwendina Quranê fêhmkirin û jîyankirine weha got, “Ji ber vê yekê divê em zêdetir mûhîmtîyê ji bernameya ‘Fêhmkirina Quranê’ yê ku me di qursên xwe yên Quranê de danîye re teşwîq bikin û emegê bidin. Ger ku em fêhm nekin ew ê ji Quranê îstîfade nekin. Mehmet Akîf Ersoy dibêje, ‘Encax ji derdê însanîyetê re derman Quran e. Însan bê Quran ji cenewarê jî talûketir e.’ Em ê bi Quranê ji derdê însanîyetê re bibin derman. Cehaleta li ser rûyê erdê li bêvîya ronîbûna bi Quranê ye.” (ÎLKHA)