Di 18 bajaran de li dijî PKK/YPGê operasyon: 90 binçavî

Di operasyona hemwext ya ku li 18 bajarên ku navenda wê Riha ye de 90 şikdarên PKK/YPGyî hatin binçavkirin.

Ekleme: 03.10.2023 08:45:35 / Güncelleme: 03.10.2023 08:45:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê piştî xebata 10 mehan ya polês û MÎTê yên li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ji bo 90 şikdarên PKK/YPGyî qerara binçavkirinê da.

Di operasyona hemwext a ku li navenda Rihayê Stenbol, Antalya, Edene, Bursa, Diyarbekir, Entab, Mêrdîn, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Qeyserî, Êlih, Isparta, Balıkesir, Şirnex, Kocaeli û Amasyayê hat kirin de nêzî 90 kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku şikdaran ji avahiya îstixbarata PKK/YPGya Tirkiyeyê ne. (ÎLKHA)