Di erdheja 6ê Sibatê a li Mereşê de di Meletîya ku 22 hezar dikan hene de 19 hezar dikan xera bûn û giran xesar dîtin.
Bazara Şîreyê, Çarşîya Zêrfiroştan, Bazara girtî, Çarşîya Paxiran, Çarşîya Penêran, Çarşîya Solan û cil û bergan ku di warê bazirganîyê de wek qelbê Meletîyê ye di erdhejê de xera bûn an jî ji ber ku giran xesarê dîtibûn hatibûn xerakirin.
Di 29ê Tîrmehê de xebat hatibûn destpêkirin lê ji ber ku di zemînê de av derketibû xebat hatibûn sekinandin.
Dûre qerar hat dayîn ku zemîna Meletîyê ji cîhê guhertina di cîh de ne miseît e ji ber vê yekê ji herêma 220 donim cîh re heta 25 metreyî ew ê 10 hezar qazoxên foreyê bên qazoxkirin.
“Ji ser erdhejê 7 meh derbas bûn lê hêna jî tişteke zelal tineye”
Erdal Ozbekê emlakfiroş ku li ser Ceddeya Sîwasê kar dikir weha axivî, “Pirsgirêka herî mezin ya Meletîyê di navenda çarşîyê de avahîyeke saxlem tineye ye. Ji sedî 70-80 avahîyan xera bûne. Meletî bi rastî jî di warê aborîyê de di nav pirsgirêkekî mezin da ye! Me ji roja erdhejê heta îro daxwazîya qonteyneran kir lê ji me re qonteyneran nedan. Ti agahîyekî me derheqê ew ê dikanên me kînga bên çêkirin û çawa bên çêkirin de tineye. Bi rastî jî Meletî di vî warî de bêxwedî ma! Ji ser erdhejê 7 meh derbas bûn lê hêna jî tişteke zelal tineye. Dikandarên ku rewşa wan yê meddî baş in ji Meletîyê koç dikin, yên ku dimînin jî ji ber mecbûrîyetê nikarin biçin. Ji ber erdhejê gelek pirsgirêkên me yên ciddî hene. Em dixwazin ku ji Meletîyê re xwedî bê derketin.”
“Ger ku dewlet nikaribe cîhê dikanên me çêbikin bila îzîn bidin em bi îmkanên xwe çêbikin”
Sevîlay Dîrîcana ku îfade kir dikana wê ji teref Şaredarîyê ve hatîye xerakirin weha axivî, “Li gorî min şaredarî niha ji ber ku dikanên me xera kirîye hezar car poşman bûye. Ji ser erdhejê 7 meh derbas bûye lê hêna jî tiştekî tineye. Ji me re dibêjin binê Meletîyê av e. Zemîna Çarşîya Paxiran nenêrtin lê li cîhê dikanên me hat nêrtin encax av zêde tineye. Li gorî min ji li vê derê re qazoxên forîyê ne hewceye. Em mexdur in. Ji me re li ser rêya Çatê qonteyniran didin lê em naxwazin biçin li wê derê. Çiqas xanî bên lêkirin bila bê lêkirin yên ku ji Meletîyê koç kirine cardin ew ê neynê Meletîyê çîmkî navenda Meletîyê û çarşîya Meletîyê tineye. Heta ku çarşî neyê çêkirin yên ku çûne ew ê venegerin.”
“Meletî mezlum, êtîm û bêxwedî ye!”
Mehmet Tunç weha axivî, “Erdheja ku pêk hat sûca ti kesê nîne. Ji teref Xwedê ve hatîye lê em lê dinhêrin Meletî bêxwedî ye. Ji ber vê yekê Meletî li ber çavê min mezlum, êtîm û bêxwedê ye. Tişteke ku neyê kirin nîne lê heta îro bismarekî jî nehatîye lêxistin. Ez ji vîya re gelek xemgîn dibim. Ez û zarokên xwe bêkar man. Daxwazîya me ya ji rayedaran ev e ku bila hereket bikin û dikandaran bighêjînin dikanên xwe. Heyfe gunehe wezîr hat li vê derê temel hat avêtin lê ji ber ku di zemînê de av heye hat sekinandin. Beheneya avê heye. Felaketekî hatîye serê me, însanên me malên me, milkên me tev çûne. Bila bi lez xwedî li Meletîyê bê derketin.”
Saîm Surmelî, “Dikana min di nav Çarşîya Paxiran de bû û di erdhejê de xera bû. Damara jîyanê ya bajarekî û welatekî dikandar e. Ger ku dikan yanê cîhên karê tinebe bajar jî tineye. Rica me ya ji rayedaran ev e ku bila bi lez dikanên me bên çêkirin.” (ÎLKHA)