Elî Qeredaxî: Di rê ya azadbûna Qudsê de lazimatîya me ji alimên micahîd û micahîdên ku îlmê dixweynin re heye

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misilman yê Dinyayê  Prof. Dr. Elî Qeredaxî, di pêşkêşîya xwe ya ku di bernameya Hevdîtina Aliman de kir de bal li ser sedemên ku Selaheddîn Eyyûbî birîyê fetihikirina Qudsê kişand û got, “Di rê ya azadbûna Qudsê de lazimatîya me ji alimên micahîd û micahîdên ku îlmê dixweynin re heye”

Ekleme: 30.09.2023 16:15:38 / Güncelleme: 30.09.2023 16:15:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

ÎTTÎHADUL ULEMA, bernameya Hevdîtina Aliman ya ku her sal tertîp dike û ji erdnigarîyên cuda alim, akademîsyen, sîyasetmedar, temsîlkarên STK û rîspîyan beşdarî dibin a 8emînê wî tertîp dike.

Hevdîtina ku îsal bi şîara, “Ji Şîyarbûna Îslamî re Rêbertî” tê tertîpkirin, di Navenda Giştî Ya ÎTTÎHADUL ULEMAyê de tê lidarxistin.

Ji bernameyê re Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misilman yê Dinyayê  Prof. Dr. Elî Qeredaxî beşdarî bû û di Rûniştina Yekemîn de derheqê meseleya “Muhîmtîya Ku Selaheddîn Eyyûbî Ji Îlm û Aliman Re Dide Û Sazîyên Ku Lêkirîye” de axavtinek kir.

Qeredaxî yê ku diyar kir Selaheddîn Eyyûbî meseleya ummetê ye, bal kişand ku Selaheddîn Eyyûbî jîyana xwe ji bona Qudsê feda kirîye û bi vê şeklê fetha Qudsê ji wî re bûye nisîb.

Qeredaxî îfade kir ku Filistîn û Quds, nîşana ortelemeya ummetê ye. Wî bal kişand ku Selaheddîn Eyyûbî cudahîya di navbera ulema û sîyasetmedaran de hebû ji holê rakirîye.

Qeredaxî destnîşan kir ku wê demê ummeta Îslamê herbên çandê jî jîyan kirine, bal kişand ku ummet hem di alîyê îtîqadî de hem jî di alîyê emelî de pirsgirêkekî mezin û hilweşînekî mezin jîyan kirîye.

“Lazimatîya me ji alimên micahîd û micahîdên ku îlmê dixweynin re heye”

Qeredaxî balan kişand ku xeyn ji Îmam Xezalî Şêx Ebdulqadîr Geylanî jî medreseyan pêşve birîye û weha got, “Wî ferzbûna meşale û meseleya Cîhadê bidestxistîye û li ser vêya jî zêdetir sekinîye. Birêz Geylanî di vê meneyê de gelek projeyên muhîm derxistîye holê. Ew nerîna alimên micahîd û micahîdên alim derxist holê. Di rêya azadbûna Qudsê de lazimatîya me gelek ji  alimên micahîd û micahîdên alim re heye. Bi tevî vêya divê micahîd jî pêşîya aliman ronî bikin. Nureddîn Zengî jî yekî alim û micahîd bû. Ji ber wê cîhadê jî wek şehîdan hatîye binavkirin. Ev şexsîyeta mitteqî û alim, ji hemû herêmê re bi edaletî hikim kirîye.”

“Selaheddîn Eyyûbî, yekî muhaddîs û faqîh bû”

Qeredaxî balan li ser alîyê alimbûna Selaheddîn de kişand û weha got, “Dema ku Selaheddîn Eyyûbî Îskenderîyeyê ji Xaçperestan xelas kir û fetih kir, ulemayekî ji li wê derê hat ba Selaheddîn û ji wî îcazetê xwest. Selaheddîn jî vêya qebûl nekir. Ji wî re got te li cem min îlmê nexwendîye çawa tu ji min îcazetê dixwazî. Wî alimê jî demekî li cem wî ma ji wî ders stand û dûre îcazetê girt. Selaheddîn yekî muhaddîs û faqîh bû. Di heman demê de ew mihendis bû jî. Wî Qeleya Eclûnê lê kirîye. Nêzê 7 heb bendên ev qeleyê hene. Vana jî ji bona parastinê ye. Di nav vê Qeleyê de têra 6 mehan xwarin dihat stoqkirin.”

“Selaheddîn Eyyûbî, nêzê 24 salan projeyek û planekî mezin amade kir”

Qeredaxî di dawîya axavtina xwe de weha got, “Selaheddîn Eyyûbî û bi wî re gelek alimên wek Qazî Heqqarî û Qazî Fazil hebûn. Selaheddîn derheqê Qazî Fazil de weha gotîye: ‘Ez bi şûrê xwe serfiraz nebûme, ez bi rê nîşandayîna Qazî Fazil serfiraz bûme.’ Selaheddîn Eyyûbî, nêzê 24 salan projeyek û planekî mezin amade kir. Nigê projeya yekem, pêşî bangkirina Misilmanan a ji ebdîtîya Xwedê re bû. Dema ku vêya hel kir dûre Qudsê azad kir. Ji ber vê yekê di vê meseleyê de gotinekî wî ya meşhûr heye; ‘Ji îçtîhadê heta cîhadê’. Ev herdu gotin jî ji heman kokê ne. Yanê ji îlmê ji cîhadê re rêyekî nîşan kirîye.” (ÎLKHA)