Yapicioglu: Yên ku ji şîyarbûna Îslamî re rêbertîyê bikin alim in

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya yapicioglu di bernameya Hevdîtina Aliman a 8emîn de xîtabî alimên ku ji nava welat û ji her derê Kurdistanê beşdarî hevdîtinê bûbûn kir.

Ekleme: 30.09.2023 14:45:37 / Güncelleme: 30.09.2023 14:45:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îsal ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve hevdîtina Aliman a 8emîn li Diyarbekirê tê tertîpkirin.

Hevdîtina îsal bi temaya îhyaya Îslamî dest pê kir.

Hevdîtina ku ew ê du rojan berdewam bike bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir.

Berîya Rûniştina Ewil axavtinên silavdayînê hatin kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Ebdulquddus Yalçin û Serokê Enstîtûya Selahaddîn Eyyûbî her yek ji wan axavtinek kirin.

Dûre Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya yapicioglu xîtabî alimên ku ji Tirkîyê û ji 4 alîyên Kurdistanê hatibûn kir.

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser problemên mewcûd ên di nav mislimanan de û li ser çareserîyên wan.

Yapicioglu ji axavtina xwe re weha dest pê kir, “Ez we ustad û birayên me yên ku ji erdnigarîyên cuda hatine li vê derê û mirovên ku li ekranan me dişopînin bi hûrmet û mihebbet silav dikim.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Misilmanan di demên krîtîk de derbas dibin, çîmkî ev bû 200 sal e bi kevneşopî, zîhnî, çandî û fiîlî dûçarê êrîşên Rojavayê dibin.

“Em ê li hember dijmin bi çekên marîfet, senaat û tîfaqê micadeleyê bikin”

Yapicioglu bal kişand ku destpêka tedawîyê ev e ku divê pirsgirêka ku ummeta Îslamê dijî bi rastî bê teşhîskirin, “Ustad Saîdî Nûrsî yê ku ji şexsîyetên mimtaz ku erdnigarîya me wî perwerde kirîye nêzê sedsal berê derheqê sedema êrîşên ku alema Îslamê dûçarî dibin de û li gor vê yekê jî teşhîs û tedawîyên xwe bi van gotinan tîne ziman: ‘Neyarê me cehalet, zarûret û îxtîlaf e. Li hember ev sê neyaran jî em ê bi çekên senaat, marîfet û tîfaqê cîhadê bikin.’ Belê, naskirina neyar û tedbîrgirtina li hember wî ji şen’ê aqlêselîm e. Bê guman di vê meseleyê de mesulîyeta herî mezin li ser milê ulemayê ye, yên ku ji şîyarbûna Îslamî re rêbertîyê bikin, alim in. Fêhma perwerdehîya bi tenê di alîyê meddî de tijî bikin û tenê agahîyan bidin wan, nayê înkarkirin ku ev fêhm însanekî baş perwerde nake.

Bê guman cahilî neyarekî mezin e û ev neyarê mezin jî encax bi sîstema perwerdehîyê ku bi hîkmetê hatîye çêkirin were berterefkirin.”

“Metoda micadeleya Selaheddînî Eyyûbî yê Fatihê Qudsê ji bona me îmtîsala nimûneyê ye”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku hêzên Emperyal talankirina kehnîyên bajarên Îslamê didomînin û dûre weha got:

“Du roj paşê, yanê 2yê Cotmehê salvegera fetha Qudsê ya Selaheddîn e. Dema ku Selaheddîn Qudsê di alîyê fetihkirina de dabû ber çavê xwe rewşa sîyasî û ulemayê ya wê demê jî ji îro cudatir nebû.” Dûre wî weha axivî:

“Alema Îslamê ji parçebûn û îxtîlafê xwînê dirijand. Metoda micadeleya Fatihê Qudsê Selaheddîn Eyyûbî û perspektîfa dawet û îrşadê ya Mewlana Xalidî Bexdadî ji bona me îmtîsalekî nimûneye. Du heb mînak yanê ulema û umera, nîşan dide ku ehlê îlmê û sîstemeke bi dîsîplînî ya kîtleya xelkê encamên bi xêr dike nisîb. Şîyarbûn û rabûneke nû jî dîsa bi hereketkirina bihevre ya ulema û umerayê mimkin e. Wexta ku îlma ulemayê bi tevî qewet û biîstîqrara umerayê re bighêjin hev ew ê ummeta Îslamê ji cîhê ku ketîye xwarê ji nûve rabibe. Bêîstîqrarîya sîyasî, bawerî, fikir û tetbîqên aşirî di erdnigarîya Îslamê de civakên Misilmanan kirîye nav tora bêeslbûnê. Xelasbûna ji ev rewşê jî encax bi aqîdeyekî li gorî Quran û Sinneta sehîh; fikr, gotin û çalakîyên bi weset mimkin e. Bi tevî vêya divê Maqasîdî Hamse yanê; ji bona parastina dîn, can, mal, eqil û neslê jî xebateke bi her alî bê çêkirin. Divê ji herkesê re bê nîşandan ku Îslam xîtabê her demê dike, encax bila neyê jibîrkirin ku tefsîrên me jî wek ku gotinên Îslamêne tênê fêhmkirin û ji ber vê yekê encamên xelet ya menfî derdikevin holê. Tewr, nerîn û sekina ulemayê jî di vî warî de gelek muhîm e. Divê sinifa ulemayê hemû qeweta xwe tenê ji perwerdehîyê re nede, yanê serê xwe bila tenê neke nav perwerdehîyê û bi wê şeklê jîyana xwe derbas neke, bila ulema bikeve nav meseleyên îçtîmaî, aborî û sîyasî jî û di van sernavan de jî tesîreke bi qewet nîşan bide. Divê ulema, ji bona hizûr û refaha civaka Misilman di alîyê meddî û  menewî de jî li ser îdarevanan roleke aktîf nîşan bide.”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de diyar kir ku divê qadroyên ku di şîyarbûna Îslamê de rêbertîyê dikin roja doyîn û îroyê jî baş bixwînin.

Derheqê sîyaseta HUDA PARê de jî axavtina Yapicioglu çêbû û ragihand ku ew sîyaseta xwe li ser ji nû ve tesîskirina edaletê çêkirine û di armanca wan de jî ev heye. (ÎLKHA)