Kelandina danûkê

Kevneşopî û adeta kelandina danûkê ya ku bi sedsalan di nav kurdan de heye li Cizîra Şirnexê tê domandin. Li Cizîrî taxîyên ku li hev civîyan sifreyên xwe danîn û dest bi kelandina danûkê kirin.

Ekleme: 30.09.2023 12:15:36 / Güncelleme: 30.09.2023 12:15:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Cizîrê kevneşopî û adeta kelandina danûkê ya ku bi sedsalan di nav Kurdan de heye tê domandin. Li Cizîrî taxîyên ku li hev civîyan sifreyên xwe danîn û dest bi kelandina danûkê kirin.

Genimên ku bi şiklekî paqij tên şûştin piştî karê şûştin tên rijandin sifreyê û dest bi kelandina wê tê kirin. Di dema kelandinê de welatî ji ber serê sifreyê qet venaqetin û her tim bi bêran danûkê tev didin da ku binê wê nekizire.

Piştî ku danûk bi seatan kelîya û nêzî 2 rojan li ber tavê hat zûwakirin re tê birin aş û jê savar û te’amên curbecur jê tên çêkirin.

Welatîyên Cizîrî yên ku dîtin danûk tên kelandin hatin li gor dilê xwe ji danûkê girtin û xwarin.

Kemal Tanişê ku hat ber serê sifreya danûkê rahişt danûka xwe xwar û derheqê vê kevneşopîya ku bi sedsalan e berdewam dike de axivî.

Taniş di axavtina xwe de weha got, “Îro roja levneşopîyeke Cizîrê ye. Me îro danûkê çêkir. Me xwest ku bila demên berê ji nû ve bên jîyandin. Bila xelkê me zanibe ku berê tiştên ewakî hebûne. Xelkê me jî ev tiştê gelek hez kirin. Em jî bi vê kêfxweş bûn.”

Welatîyê bi navê Ezîz Serîm jî derbarê mijarê de got ku danûk xwarineke bi tehm û meşhûr e û berê kesên dewlemend vê yekê dikelandin.

Ezîz weha got, “Wek ku hûn jî zanin ji kevneşopîya Cizîrê yek jî danûk e. Ev kevneşopîyeke ku bû 100 sal e tê çêkirin e. Mixabin di dewrên dawîn de bi tesîra pêşveçûna teknolojîyê jî ev kevneşopî tê jibîrkirin. Me jî xwest ku bila ev kevneşopîya me neyê jibîrkirin û ji ber vê yekê me tiştekî ewakî kir.” (ÎLKHA)