“Formata Moskovayê” ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê bê gotûbejkirin wê îro bicive

“Formata Moskovayê” ku ji sala 2018an heta niha li Moskovaya paytexta Rûsyayê tê tertîpkirin û di civînê de pêşnîyarên çareserîyê yên derheqê meseleya Efxenistanê de tênê gotûbejkirin wê îro bê lidarxistin.

Ekleme: 29.09.2023 11:30:36 / Güncelleme: 29.09.2023 11:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di “Formata Moskovayê” de, ew ê rewşa mewcûd a Efxenistanê, lihevhatin û ewlehî jî di nav de gelek mesele, ji teref welatên herêmî yên ku beşdarî bibin ve ew ê bê gotûbejkirin.

Lijneya ku di bin serokatîya Wezîrê Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Mewlewî Emîrxan Muttakî de jî ew ê li ser daweta fermî ya Rûsyayê biçe Moskovayê.

Wezîr Muttakî, ew ê beşdarî Formata Moskovayê ku li Qazana peytexta Komarîya Tataristanê bê lidarxistin bibe.

Muttakîyê ku wê 2 roj li Moskovayê bibîne ewê hinek zîyaretan jî bike, dûre jî wê biçe Qazanê. (ÎLKHA)