Li Xarpêtê qeza: 4 jê giran 9 birîndar

Li Xarpêtê du wesayît li hev qelbîn, di encama qezayê de 9 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 29.09.2023 09:50:37 / Güncelleme: 29.09.2023 09:50:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser rêya gundê Cobîra navçeya Depa Xarpêtê pêk hat.

Wesayîta ku di bin îdareya M.Y. de bû û wesayîta ku di bin îdareya Y.K. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Di encama qezayê de bi tevî şofêran 4 jê giran 9 kesan birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme, tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)